Nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” didome

Nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” didome

Qamişlo

Di çarçoveya rêzecivînên ku ji bo nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” da dihêne lidarxistin, sibeha îro şemîyê (2019.09.14), li avahîya Zanîngeha Rojavayê ya li bajarê Qamişloyê, Sazîya Zimanê Kurdî (SZK) civîneka fireh li dar xist.

Di civînê da nûnerên Desteya Perwerde û Fêrkirinê, nûnerên Zanîngeha Rojavayê û derdora 20 kesayetên ku xerîkî xebatên zimanî ne beşdar bûn.

Ji tevaya rêgez û qaîdeyên Rêberê, tenê 7 xalên ku “nakok û tevlihev in” hatin nîqaşkirin: navên hêl û parçeyên Kurdistanê, tîpa ducare û awarte, kurtnekirina dengdêrên dirêj, girdek û hûrdek, tewang, îzafe û bazinedaçek.

Di encama nîqaşeka dirêj da, awayê nivîsîna Rêberê ji navên hêl û parçeyên Kurdistanê ra hat redkirin û tercîhên Rêberê yên der barê tîpa ducare, kurtnekirina dengdêrên dirêj û girdek û hûrdekan da hatin erêkirin.

Di civîna îroj şemîyê da tenê her çar xalên jorîn hatin nîqaşkirin û biryar e ku di şemîya bihê da mijarên tewang, îzafe û bazindaçekan bihêne nîqaşkiririn, ji bo ku biryarek li ser wan bihête sitandin û nivîsareka têbînîyan ji Komxebata Kurmancîyê ra bihête hinartin.

Li gor daxuyanîyên berpirsên SZKyê, armanca van rêzecivînan standardkirina rastnivîsîna kurmancî di tevaya dezgeh û sazîyên Birêveberîya Xweser da ye.

Di sibata 2019an da, Komxebata Kurmancîyê ya ku di bin banê Weqfa Mezopotamyayê da xebatên xwe dike, bi tevlibûna 18 zimanzanan pertûka “Rêbera Rastnivîsînê” berhem da.



Ferîd Xelîl
Parvekirin: Ferîd Xelîl
Xwendin: 3578
Dem: Êlûn 14, 2019
Beş: Zimannasî
Parve bike:
Naverokên Navdar
Gelo helbest tê dadwerî kirin? Çima?
Gelo helbest tê dadwerî kirin? Çima?

Gelo helbest tê dadwerî kirin? Çima! ✍Mecoyê Xano   Helbest jî   ...

ORTHOGRAPHIA NEWROZI
ORTHOGRAPHIA NEWROZI

Zhe cedsala 11an ta charieka pyshin a cedsala 20an cordan be elifba cordki a be kertyn (xharfyn) x   ...

PEYV Û GOTINÊN SOSRET
PEYV Û GOTINÊN SOSRET

Kurdî ji destpêka sedsala bîstan bi vir da bi assimilation, integration û ji   ...

Empatîya Zêde Ne baş e
Empatîya Zêde Ne baş e

Yek ji sedemên ku mêr û jin ji hev sar dibin ew e ku mêr çi dike jin    ...

Platonê Leşker
Platonê Leşker

"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im   ...

Rojava.. Lîsteya pirtûkên kurdî yên 2019an Qamişlo
Rojava.. Lîsteya pirtûkên kurdî yên 2019an Qamişlo

Qamişlo Weşanger û dezgehên weşangerîyê yên rojavayê Kurdistan&   ...