Felsefeya Kûçiktiyê

Felsefeya Kûçiktiyê

Berî ku ez qalê bînim ser Kynikîzmê, hewce ye ez bibêjim "kûçikatiya" di vê nivîsê de bûye mijar, ne têgehek heqaretê ye. Di nav civakê de kesên ku ne tamahkarê tahmên vê dinyayê ne, tim bi borandina "jiyanek kûçikane" hatinin binavkirin/sûcdarkirin. Lêbelê em dizanin ku mirovên xwe gîhandine asta jiyanek munzevî, paktirîn mirovên vê cîhanê ne!

 

Bi mirina Sokrates ve şagirt û şopînerên wî bo xatirê ku felsefeya wî bêtir bidin nasîn û berfirehtir bikin çar dibistan vekirin. Helbet ev her çar dibistan jî, ji alî kesên cûr bi cûr hatin vekirin loma jî her dibistanê felsefeya Sokrates gorî xwe şirove û rave kirin. Ez dixwazim di vê kurtenivîsê de balê bikşînim ser dibistana Kynîkan ji lew re bi ya min jiyana Sokrates û felsefeya vê dibistanê pir li hev dikin jixwe vê dibistanê ji fikrên Sokrates bêtir, jiyana wî a ku borandiye ji xwe re kiriye bingeh.

 

Damezrînerê Dibistana Kynîkan Antisthenes ê Atînayî ye.(B.Z. 444-368) Antisthenes pêşî şopînerê Gorgias ê sofîst bûye, dûv re wekî xort û ramangerên wê demê bi nasîna Sokrates ve dikeve bin bandûra wî û bi mirina Sokrates ve, vê dibistanê vedike.

Ji bo Kynîkan tekan e armanca jiyînê erdem e. Ji bo wan erdem tê maneya azadî û serxwebûna mirovî, yanî ji bo ku mirov bikaribe bi azadî jiyana xwe bidomîne divê xwe ji hemî tiştên beleheq û nelazim pak bike. Jixwe şopînerê herî populer yê vê dibistanê jî Diogenes ê ku ji Îskenderê Mezin re gotibûye "siya xwe ji ser serê min bikşîn wekî din tiştekî ji te naxwazim" me.

Peyva Kynîk bi zimanê Yewnanî tê maneya -kûçikatiyê- vî navî jî ji ber jiyana wan î sade gelên heremê li wan kirine, wan jî qet xwe ji vî navî aciz nekirine û gotine li ser her dû çavan û riya xwe domandine. Feylezofên vê ekolê mîna mamosteyê xwe Sokrates ji pirs û problemên xwezayê bêtir li ser jiyana mirov hûr bûne. Bi fikra wan şan, şohret, dewlemendî û luks astengiyên ber dilşadiya mirov in heke mirovên ku bixwazin bi dilekî geş jiyana xwe bidomînin divê dest ji malê dinyayê berdin çimku feqîrî mirov ji forsa hewante rizgar dike û asaletek rastîn dide mirov. Nietzsche belasebe negotiye "her bijî xizaniya min a biesalet" Her wekî din mirov dikare bibêje ku feylezofê navdar Ludwig Wittgenstein jî jiyanek wisa minîmalîst pejirandiye. 

Asas Kynîkîzm ji fikr û teoriyê bêtir pratîk e anku seknek e, li dijî civaka genîbûyî helwestek e. Jixwe ti nakokî di nav gotin û kirinên feylezofên ji ekola Kynîkiyan de jî nîn e, jiyanek gora fikrên xwe domandine. Ji qewla Jean Paul Sartre "tişta ku mirovan dike mirov tevgerên wan in"

 

Ferhat Dayan

05.07.2019


        

Ferhat Dayan
Parvekirin: Ferhat Dayan
Xwendin: 2866
Dem: Pûşper 5, 2019
Beş: Felsefe
Parve bike:         
Naverokên Navdar
ORTHOGRAPHIA NEWROZI

Zhe cedsala 11an ta charieka pyshin a cedsala 20an cordan be elifba cordki a be kertyn (xharfyn) xsareban be zmany khwe nevistenen ud khwendenen. De cedsala 2   

Nîsan 2, 2020
PEYV Û GOTINÊN SOSRET

Kurdî ji destpêka sedsala bîstan bi vir da bi assimilation, integration û ji çaryeka dawîn a vê sedsalê bi vir    

Hêzîran 1, 2019
Platonê Leşker

"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im zilam im û şikir ji Xwedê re ji serdema Sokrate   

Hêzîran 12, 2019
Rojava.. Lîsteya pirtûkên kurdî yên 2019an Qamişlo

Qamişlo Weşanger û dezgehên weşangerîyê yên rojavayê Kurdistanê bi berhemdana 54 pirtûkên kurdî\kur   

Befranbar 3, 2020
SZK awayê resen ê bazinedaçekan (da, ra, ve) erê dike

Qamişlo Rêzecivînên ku Sazîya Zimanê Kurdî (SZK) bi armanca standardkirina rastnivîsîna kurmancî û    

Êlûn 28, 2019
Nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” didome

Qamişlo Di çarçoveya rêzecivînên ku ji bo nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” da d   

Êlûn 14, 2019