Warning: Undefined variable $bikarhenere_naveroke in /var/www/vhosts/niviskar.org/httpdocs/tistdank/naverok.php on line 255

Warning: Undefined variable $bikarhenere_naveroke in /var/www/vhosts/niviskar.org/httpdocs/tistdank/naverok.php on line 292
Google Dublex: Gelo îja divê em ji teknolojiyê bitirsin an na? - Nivîskar
Google Dublex: Gelo îja divê em ji teknolojiyê bitirsin an na?

Google Dublex: Gelo îja divê em ji teknolojiyê bitirsin an na?

Wekî di xêzefilman de diqewime ku robot bi mirovan re şer dikin da ku dinyayê desteser bikin. Moşeneya ku mirov bi destê xwe çêkiriye çawa tiştekî wisa dike. Wekî cilşoka malê ber mirov da rabe, bêje ez cilê te naşom. Lê Google Dublex nîşan ku bi zîrekiya çêkirî dibe ku ev pêk bê.

Hefteya bihurî di pêşengeha Google I/O de Google Dublex ji aliyê CEOyê Googleê ve hat nasandin ku devê mirov vekirî dihêle. Google Dublex teknolojiya deng e û bi Google Assistant ve tê bikaranîn. Google Assistant wekî Siri ya Iphoneê ye. Siri jixwe gelek pêşketî ye lê Google Assistant bi Dublexê em bêjin teknolojiyê firandiye jî li cih e.

Cudahiya Axaftina wê û mirov tune

CEOyê Googleê tomara axaftina du kesî nîşanda ku mirov tiştekî tê der nexe ka ev çi ye. Yek telefonê yekî din dike û ji bo porê xwe çê ke rendevû digire. Ev her du jî dengê robota ne lê mirov tê der naxe, ji ber ku tu cudahiya wan û dengê mirocan tune. Wekî mirovan nav axaftinê de dengê wekî “immm”,  “iiii” jî der dixe an jî gava bersiv bide bîskek disekine. Tu cudahiya ahenga dengê mirovan tune.

Serokê Zaningeha Standardfordê jî dibêje “Google Dublex ezmûna ku zanistê kombersê yê Ingilîzî Alan Turing ku gotiye “divê cudahiya robot û mirov ji hev tune be”, derbas kir. 

Dahatûya teknolojiyê diçe ku?

Tevî ev pêşketina teknolojiyê ku robot dirûvin mirovan helbet metirsî û geşedan jî pê re tên. Metirsiya mirovan ku çawa ev qas bi hêsanî robot dikarin mirovan bixapînin. Çendên pirs tên hişê mirov ku yek jî dê mirov vê teknolojiya dublexê bi riya xirab bi kar bîne, çawa bibe? Û bêhtir pirs…

Google niha difikire ku ji mriovan çawa vebêjin, û dibêjin divê bi xebateke zelal, karê xwe bidomînin.

Çavkanîhttps://www.cnet.com/news/alphabet-chairman-says-google-duplex-passes-turing-test-in-one-specific-way-io-2018/



Nivîskar
Parvekirin: Nivîskar
Xwendin: 1572
Dem: Adar 6, 2019
Parve bike:
Naverokên Navdar
Gelo helbest tê dadwerî kirin? Çima?
Gelo helbest tê dadwerî kirin? Çima?

Gelo helbest tê dadwerî kirin? Çima! ✍Mecoyê Xano   Helbest jî   ...

ORTHOGRAPHIA NEWROZI
ORTHOGRAPHIA NEWROZI

Zhe cedsala 11an ta charieka pyshin a cedsala 20an cordan be elifba cordki a be kertyn (xharfyn) x   ...

PEYV Û GOTINÊN SOSRET
PEYV Û GOTINÊN SOSRET

Kurdî ji destpêka sedsala bîstan bi vir da bi assimilation, integration û ji   ...

Empatîya Zêde Ne baş e
Empatîya Zêde Ne baş e

Yek ji sedemên ku mêr û jin ji hev sar dibin ew e ku mêr çi dike jin    ...

Platonê Leşker
Platonê Leşker

"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im   ...

Rojava.. Lîsteya pirtûkên kurdî yên 2019an Qamişlo
Rojava.. Lîsteya pirtûkên kurdî yên 2019an Qamişlo

Qamişlo Weşanger û dezgehên weşangerîyê yên rojavayê Kurdistan&   ...