Kurdo!

Kurdo!

Kurdo! Qey qedera te ye tu di welatê Mezopotamiya de hatiye çandin..! Li ser peravên herdu çemên bêrawestan; Dicle û Ferat hatiye danîn... Di navbera herdu çiyayên bi heybet û saw; Zagros û Toros de mezin bûye.. Di hêrik, newal û deştên te de genim hatiye çandin, sewal hatine xwedîkirin, tekelên erebeyan hatine çêkirin, şaristanî, lê hatine avakirin.. Nûh pêxember bi keleka xwe ji geliyê Laliş destpêkiriye, di ser çiyayê Şingalê re derbasî çiyayê Cûdî bûye û lê rawestiya ye.. Pêxember di nav xaka te re derbas bûne.. û wiha jiyanê ji welatê te destpê kiriye..

Lê îro tu xemgînî.. Ji ber ku ji çarhawêr ve tebayên daristanê êrîşî yekîtiya te dikin.. nahêlin aramî bibe mêvanê te û mirovên te di tenahî û azadiyê de bijîn.. Mezopotamiya bêje! Gunehê kê ye?! Gelo qedera te ye?!!

Qedera te ye ku tu bi tena xwe, ala welatê Mezopotamiya bilind bikî.. Ma ne tu neviyê Waşokanî, Orkêş, Kewkebê Millan, Kepezê Kîkan û Qereçoxê Mosîsana ye.. Ma ne tu neviyê Mîr Bedirxan, şêx Ebêdellahê Nehrî, Mele Selîmê Bedlîsî, Şêx Seîdê Pîran, Qazî Mihemed û Barzaniyê Nemirî.. Bêje, bê tê çilo wê Ala Rengîn di ser welatê xwe Mezopotamiya re bilind bike?

Erê, wek ku sofiyên kurdan dibêjin; qedera mirov li ser eniya wî hatiye nivîsandin.. Gelo li ser eniya me jî hatiye nivîsandin ku, em berpirsyarên bilindkirina ala welatê xwe bin..? Erê li ser eniya me hatiye nivîsandin ku, bilindkirina ala welatê me, perpisyariya me be.. Al, ala Mezopotamiya ye, ala xakê ye, ala zimanê Kurdî ye, ala biratî, wekhevî û mirovahiyê ye.. Ala hezkirin û lêborînê ye.. Û ev al nayê bilindkirin ku ne bi yekbûn û yekîtiya zimanê kurdî be.. Nexasim di wiha qonax û rojên dîrokî de, ku em tev di ber bilindkirina ala welatê xwe û hebûna xwe de berpirsyarin.. Û di rojên ayînde de, wê pirsyan ji me tevan bêne kirin, em ê tev di bin zêrevaniya dadgeha gelê xwe re derbas bibin..

Xuya ye hêjî pêdiviya me bi Şêx Ehmedê Xanî heye, yê ku ji berî 350 salî ve li dor yekîtiya Kurdan wiha gotiye:

Ger dê hebiwa me itîfaqek, vêkra bikira me inqiyadek

Rûm û ereb û ecem temamî, hemiyan ji me re dikir xulamî

Tekmîl dikir me dîn û dewlet, tehsîl dikir me ilim û hikmet

Temyîz dibûn ji hev meqalat, mimtaz dibûn xwedan kemalat..

Kurdo! çima em fêr nabin?! Gelo raste em fêrî koletiyê bûne..?!!
Şiyar be Kurdo, hay be Kurdo! Yekîtî kilîta azadiyê ye, yekîtî serxwebûn e, yekîtî pêşketin û rûmet e..

Kurdo! Qedera me ye ku, em birayên hev bin; tu birayê min be, ez birayê te bim û ew ên xiristyan (Siryanî, Ermenî, Aşûrî û Kildanî), Cihû û Ereb hevalên me bin û em tev zarokên Mezopotamiya bin, Mezopotamiya dayika me be, hêlîna me be û welatê me be..

Qedera me ye Kurdo ku em xwe ji berjewendiyên xwe yên kesayetî daweşînin û xwe bikin yek, gotina xwe bikin yek û li ber xwe bidin, di ber hebûna xwe de pîkol û berxwedanê bikin, ji ber ku dîrok dilovaniyê nake û bela zarokên me gazin û loman ji me nekin.


        

Konê Reş
Parvekirin: Konê Reş
Xwendin: 2206
Dem: Pûşper 14, 2019
Beş: Civaknasî
Parve bike:         
Naverokên Navdar
ORTHOGRAPHIA NEWROZI

Zhe cedsala 11an ta charieka pyshin a cedsala 20an cordan be elifba cordki a be kertyn (xharfyn) xsareban be zmany khwe nevistenen ud khwendenen. De cedsala 2   

Nîsan 2, 2020
PEYV Û GOTINÊN SOSRET

Kurdî ji destpêka sedsala bîstan bi vir da bi assimilation, integration û ji çaryeka dawîn a vê sedsalê bi vir    

Hêzîran 1, 2019
Platonê Leşker

"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im zilam im û şikir ji Xwedê re ji serdema Sokrate   

Hêzîran 12, 2019
Rojava.. Lîsteya pirtûkên kurdî yên 2019an Qamişlo

Qamişlo Weşanger û dezgehên weşangerîyê yên rojavayê Kurdistanê bi berhemdana 54 pirtûkên kurdî\kur   

Befranbar 3, 2020
SZK awayê resen ê bazinedaçekan (da, ra, ve) erê dike

Qamişlo Rêzecivînên ku Sazîya Zimanê Kurdî (SZK) bi armanca standardkirina rastnivîsîna kurmancî û    

Êlûn 28, 2019
Nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” didome

Qamişlo Di çarçoveya rêzecivînên ku ji bo nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” da d   

Êlûn 14, 2019