liberté Azadî

liberté Azadî

Li ser lênûsên xwe yên xwendekariyê

Li ser palmasa xwe û daran

Li ser qûmê li ser berfê

Navê te dinivîsim

 

Li ser hemû rûpelên xwendî

Li ser hemû rûpelên spî

Kevir xwîn kaxez an jî  arî

Navê te dinivîsim

 

Li ser wêneyên zêrîn

Li ser çekên cengaweran

Li ser taca qiralan

Navê te dinivîsim

 

Li ser cengelê û li beriyê

Li ser hêlînan li ser giyagezkan

Li ser alana zarotiya min

Navê te dinivîsim

 

 

Li ser şaheseriyên şevane

Li ser nanê spî yê rojane

Li ser demsalên dergistî

Navê te dinivîsim

 

Li ser hemû cawên min ên sût

Li ser çalên tava kufikî

Li ser golê hîva zindî

Navê te dinivîsim

 

Li ser zeviyan li ser aso

Li ser baskên çûkan

Û li ser aşê sîtavan

Navê te dinivîsim

 

Li ser her nefeseka berbangê

Li ser deryayê li ser keştiyan

Li ser çiyayên dîn

Navê te dinivîsim

 

Li ser şilşa ewran

Li ser xweydanên bahozê

Li ser barana qalind û tamesarî

Navê te dinivîsim

 

Li ser şiklên biriqandî

Li ser zengilên rengan

Li ser rastiya bedenî

Navê te dinivîsim

 

Li ser şiverêyên hişyar

Li ser rêyên davebûyî

Li meydanên helatî

Navê te dinivîsim

 

Li ser çiraya ku vêdikeve

Li ser çiraya ku vedimire

Li ser xaniyên min ên komkirî

Navê te dinivîsim

 

Li ser meyweya du beş kirî

Hişke neynik û oda min

Li ser cihê min ê qalik vala

Navê te dinivîsim

 

Li ser seyê min ê çilek û nazik

Li ser guhên wî yên bel

Li ser piyên wî yên bêferaset

Navê te dinivîsim

 

Li ser bazgeha deriyê min

Li ser tiştên aşîna

Li ser pêlên agirê pîroz

Navê te dinivîsim

 

Li ser hemû bedenên lihevhatî

Li ser eniya dostên min

Li ser her destê dirêjkirî

Navê te dinivîsim

 

 

Li ser cama surpirîzan

Li ser lêvên baldar

Hîn raserî bêdengiyê

Navê te dinivîsim

 

Li ser stargehên min ên ruxandî

Li ser fanosên min î hilweşiyayî

Li ser dîwarên bêzariya min

Navê te dinivîsim

 

Li ser tunebûna bê daxwaz

Li ser tenêbûna tazî

Li ser pêlikên mirinê

Navê te dinivîsim

 

Li ser siheta vegeriyayî

Li sertalûka wendabûyî

Li ser hêviya bê bîranîn

Navê te dinivîsim

 

Û bi hêza gotinekê

Ji nû ve dest bi jiyana xwe dikim

Ez çêbûme ji bo te binasim

Ji bo nav li te bikim


        

Baran Bîrdoz
Parvekirin: Baran Bîrdoz
Xwendin: 1420
Dem: Nîsan 21, 2019
Beş: Helbest
Parve bike:         
Naverokên Navdar
ORTHOGRAPHIA NEWROZI

Zhe cedsala 11an ta charieka pyshin a cedsala 20an cordan be elifba cordki a be kertyn (xharfyn) xsareban be zmany khwe nevistenen ud khwendenen. De cedsala 2   

Nîsan 2, 2020
PEYV Û GOTINÊN SOSRET

Kurdî ji destpêka sedsala bîstan bi vir da bi assimilation, integration û ji çaryeka dawîn a vê sedsalê bi vir    

Hêzîran 1, 2019
Platonê Leşker

"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im zilam im û şikir ji Xwedê re ji serdema Sokrate   

Hêzîran 12, 2019
Rojava.. Lîsteya pirtûkên kurdî yên 2019an Qamişlo

Qamişlo Weşanger û dezgehên weşangerîyê yên rojavayê Kurdistanê bi berhemdana 54 pirtûkên kurdî\kur   

Befranbar 3, 2020
SZK awayê resen ê bazinedaçekan (da, ra, ve) erê dike

Qamişlo Rêzecivînên ku Sazîya Zimanê Kurdî (SZK) bi armanca standardkirina rastnivîsîna kurmancî û    

Êlûn 28, 2019
Nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” didome

Qamişlo Di çarçoveya rêzecivînên ku ji bo nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” da d   

Êlûn 14, 2019