Nîyet û Giranîya Gotinê!

Nîyet û Giranîya Gotinê!

Ziman nerm û dirêj e…

Peyv jî sivik û erzan e…

Heta ji dest tê bigre û bavêje…

Ya difire ya jî li erdê dikeve…

Axaftin û nivîsandin ji taybetîyên mirovan taybetîyek sereke ye.

Jibo ku di nav zindîyan da tenê mirov berî ku biaxifin û binivîsînin, difikirin, fikr û ramanên xwe dipîvin û dûra gor hinek usil û qeydeyan tînin ziman.

Di gotinê da giranîyek hebe, jê ra dibêjin “gotina di cîh da”.

Gotin pûc û vala be, peyv ji dev derdikeve jî bi derketina xwe ra difire û winda dibe.

Loma ji gotina pûç û vala ra jî dibêjin, “gotina erzan” ya jî “gotina ezber”.

Sedem vê yekê ye ku dibêjin, “gotin zîv be, bêdengî zêrê zerîn e!”

Mixabin weke civaka Kurd, di civakên şûndamayî da ne kes li zîv ne jî li zêran digere.

Hema herkes xwe di her warî da pispor dibîne û bi zimanê xwe yê nerm û bi peyvên xwe yên sivik û erzan diaxife û dinivîsîne.

Giranîya gotinê û wateya peyvê di xema kesî da nine…

Weke mînak:

Kurd e, xwe zana û aqilmend dibîne.

Bi tirkî diaxife û dinivîsîne…

Li Kurdên weke xwe daaxwaza axaftin û nivîsandina bi Kurdî dike…

Dibêjî, “madem ku vê daxwazê dikî, jixwe dest pê bike û daxwaza xwe bi Kurdî bîne ziman…”

Dibêje, “Kurd ji axaftin û nivîsandina Kurdî fam nakin, loma ez bi tirkî bang li wan dikim…”

***

Kurd e, ji dê û bavekî Kurd bûye.

Di nav civaka Kurd da mezin bûye û jibo Kurdistaneke azad û serbixwe sîyasetê dike.

Mixabin ji ziman û çand û hûnera xwe dûr e…

Di mala xwe da bi zar û zêçên xwe ra, li derva bi heval û hogirên xwe ra bi tirkî diaxife…

Jibo ku xêncî nave Kurdistanê, tu peyvek bi Kurdî nizane…

Ji dewleta dagirker daxwaza perwerdeyîya bi zimanê zikmakî dike…

Kesên weke wî nafikirin, wan bi gotinên tûj û tund rexne dike û dibêje:

“Kurdên bi Tirkên ku rêz li hebûna zimanê wan nagre ra hevlatîyê dikin, bêşeref û bênamûs in.”

Dibêjî, “tu çima rêz û rûmetê nadî zimanê xwe û bi tirkî diaxifî?”

Dibêje; “ez zimanê xwe yê zikmakî nizanim û ev yek jî ne sûc û guneyê min e!”

***

Kurd e û weke min li Europayê dijî…

Di hilbijartinên welatê ku tê da dijî, tere ser sandoqê û gor berjewendîyên xwe yên rojane dengê xwe dide.

Lê bi mîlyonan Kurdên ku li Stenbolê dijîn nabîne, dengdayîna wan ji dûr va rexne dike û dibêje:

„Hilbijartina şaredarîya Stenbolê Kurdan eleqeder nake!“

Dibêjî; „bi mîlyonan Kurd li Stenbolê dijîn, qasî ku şaredarîya bajarê ku tu tê da dijî te eleqeder dike, ewqas jî şaredarîyâ Stenbolê Kurdên li wir dijîn eleqeder dike…“

Wê gavê jî dibêje; „dengdayîna wan xizmeta avakirina Kurdistaneke serbixwe nake!“

***

Welhasil mînak jî êş û kul jî zêde ne.

Nivîs jî çqas dirêj bibe, tesîra wê jî ewqas kêm dibe.

Loma li vir dibirim ku heger wateyek di gotina min da hebe, bila peyv nefire û cîhê xwe bigre!

27.06.2019

[email protected]


        

Parvekirin: İkram Oguz
Xwendin: 841
Dem: Hêzîran 28, 2019
Beş: Ramyarî
Parve bike:         
Naverokên Navdar
PEYV Û GOTINÊN SOSRET

Kurdî ji destpêka sedsala bîstan bi vir da bi assimilation, integration û ji çaryeka dawîn a vê sedsalê bi vir    

Hêzîran 1, 2019
ALPHABETA NEWROZI

BE SYMBOLYN ALPHABETA PHONETIC A INTERNATIONAL PHONEMYN CORDI UD NEVISTENA WAN Vocal Symbolyn API[1] Newrozi Elifba Hawar Cyrilli   

Nîsan 2, 2020
SZK awayê resen ê bazinedaçekan (da, ra, ve) erê dike

Qamişlo Rêzecivînên ku Sazîya Zimanê Kurdî (SZK) bi armanca standardkirina rastnivîsîna kurmancî û    

Êlûn 28, 2019
Nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” didome

Qamişlo Di çarçoveya rêzecivînên ku ji bo nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” da d   

Êlûn 14, 2019
Platonê Leşker

"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im zilam im û şikir ji Xwedê re ji serdema Sokrate   

Hêzîran 12, 2019
Zimanê Dê

  Zimanê dê naçilmise Dibişkivehê şîn dibe Zimanê dê gul-sosin e Bîhna xweş timê dide.      

Gulan 15, 2019