Gelo helbest tê dadwerî kirin? Çima?
Gelo helbest tê dadwerî kirin? Çima! ✍Mecoyê Xano Helbest jî ...
Çend têbinî li ser mijara peyvên nûsazkirî.
Ji bo paşgira ER ya ji zimanekî biyanî hatî wergirtin.
Em bêjin çawa ku gelek peyvên biyanî ketine zimanê kurdî, û bi heman şêweyî di navbera hemû zimanên cîhanê de jî rû dide, ev tiştekî asa ye. Lê divê bihê berçavkirin ku ne tenê peyv û gotin tên wergirtin ji zimanên biyanî, lê belê pêşgir, paşgir û hwd. jî.
Ev jî li gor nerîna min ne kêmasiyek e bi rastî. Belê ez dixwazim ku bi piranî mirov xwe ji peyvên zimanê xwe bi dûr nexe, lê hin caran wate bêhtir zelal dibe dema bi awayê nû tê lêmêzekirin.
Bo mînak peyva xwende û xwîner.
Li gor zanîna min xwende ew mirovê ku xwedî zanist û fêrber e. Nayê wateya wê mirovê tiştekî dixwîne. Ji bo zelalkirinê ez ê bûyereke girîmendî saz bikim.
Em bêjin ku em li civînekê rûniştine û li wir mirovek rabû ber mîkrofonê û nameyek li ser beşdaran xwand. Li vir ev kes xwîner e, ji ber ku ew nameyê dixwîne û em nikarin yekser bêjin ku ew xwende ye, ji ber ku em wî baş nas nakin û em nizanin ku ew xwedî zanist e yan na.
Lê em dikarin bêjin ku ji nav wan beşdaran xwende hene, ango mirovên zana, mamoste û hwd.
Bi vî awayî mirov dikare bibîne ku ev paşgir bixwe zengîniyek daye zimanê kurdî û tu kêmasî tê de nîn e.
Ji bilî vê yekê, peyva xwendevan û xwendekar. Mirov dikare xwendevan ji bo mirovên ji xwendinê hez dikin bêje. Û xwendekar ji mirovên ku karê wan bi xwendinê ve girêdayî bêje, ango mamoste, şagirt, pispor û hwd.
Hêvîdar im ku biçekî zelal bûbe.
Silav û rêz
Gelo helbest tê dadwerî kirin? Çima! ✍Mecoyê Xano Helbest jî ...
Zhe cedsala 11an ta charieka pyshin a cedsala 20an cordan be elifba cordki a be kertyn (xharfyn) x ...
Kurdî ji destpêka sedsala bîstan bi vir da bi assimilation, integration û ji ...
Yek ji sedemên ku mêr û jin ji hev sar dibin ew e ku mêr çi dike jin ...
"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im ...
Qamişlo Weşanger û dezgehên weşangerîyê yên rojavayê Kurdistan& ...