Pirtûka Balindeyên Li Ber Bê

Pirtûka Balindeyên Li Ber Bê

Ev roman ji Soranî bi navêBalindekanî Dem Ba hatiye wergertin bo Kurmancî û bûye ”Balindeyên Li Ber Bê”.

Eta Nehayî rewşa siyasî û qedera jinan zelal dike yên ku li wê deverê diqewimin.

Di romanê de hemû leheng û serrolîz dimirin, lê tenê vebêjerê çîrokê ”EZ”ê xeyalî sax dimîne.

Di sala 2002’an de ev roman hatiye çêkirin û di sala 2013’an de bi zaravaya Kurmancî hatiye çapkirin.

 

Kurtî (Summary)

 

Mirovê EZ ji Ewropayê vedigere welêt piştî demek pir dirêj. Hemû mirov û kesên wî bajarî hatine guhartin, û serrolîzê romanê ti kesî nas nake. Li malekê dijî û cîhan hemû bûye cemed û sirrûseqem. EZ mirovekî nas dike bi navê Ferhad û vegeriye ji bo çîroka wî binivîse. Li wî digere û dibîne. Ferhad mirovekî wênesaz e û tabloyan çêdike, lê ew mirovekî ji polîsan reviyaye û niha dest bixwendinê kiriye. Ferhad tê ku li ba pîrejinekê bijî. Ew û keçekê ji hev hez dikin û navê wê keçikê Efsane ye. Efsane ji Ferhad dixwaze ku were destê wê bixwaze, lê ber ku Ferhad ji polîsan direve, êdî nikare wê re bizewice. Efsaneyê didin mirovekî din û ewna dest ji wî bajarî berdidin û ber bi Tehranê diçin. Piştî demekê û piştî pir bûyer tên qewimandin, keçek bi navê Kalê tê mala pîrejinê û li wir dilê wê dikeve Ferhad. Ferhad jî ji wê hez dike, lê nizane dê çawa Efsanê ji bîra xwe derîne. Dilên wan êdî bi hev re difirin û dikevin evîneke pir mezin û gelek caran ligel hev dicivin. Lê ew rewş bi wî rengî nadome. Ferhad divê derkeve ji mala pîrejinê û biçe dûr, ber ku polîs li wê deverê pir bûne û li mirovên wek Ferhad digerin. Bi girî û xemgînî Ferhad diçe û Kalê bi tenê dimîne. Demek diçe û xeberek tê Ferhad ku Efsane dabûn mirovekî dîn û bêhiş, û ew piştî demeke kin dimire. Ew bi bîranîna Efsanê û Kalê rewş gelekî xirab dibe. Li dawiyê polîs wî digirin û davêjin girtîgehê. Di şevekê de, Ferhad dikeve xewna Kalê û Kalê dikeve xewna Ferhad û bi hev re diaxivin. Bi girî û bi barandina rondikan bi hev re dipeyvin û êş û bîra dilên xwe ji hev re vedibêjin. Di xewnê de, Kalê diçe petrola sobê bîne û nema dixwaze guh bide Ferhad. Petrol li ser wê de dikeve û piştre agir jî pêdikeve. Êdî ew dibe mîna topek ji agir. Ferhad diqîre û gazî dike, lê tu deng nayê vegerandin. Bi vê xewnê çîroka Ferhad tê xilas kirin û EZ’ê xeyalî jî çîroka xwe xilas dike.


        

Baran Bîrdoz
Parvekirin: Baran Bîrdoz
Xwendin: 1476
Dem: Adar 14, 2019
Beş: Roman
Parve bike:         
Naverokên Navdar
ORTHOGRAPHIA NEWROZI

Zhe cedsala 11an ta charieka pyshin a cedsala 20an cordan be elifba cordki a be kertyn (xharfyn) xsareban be zmany khwe nevistenen ud khwendenen. De cedsala 2   

Nîsan 2, 2020
PEYV Û GOTINÊN SOSRET

Kurdî ji destpêka sedsala bîstan bi vir da bi assimilation, integration û ji çaryeka dawîn a vê sedsalê bi vir    

Hêzîran 1, 2019
Platonê Leşker

"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im zilam im û şikir ji Xwedê re ji serdema Sokrate   

Hêzîran 12, 2019
Rojava.. Lîsteya pirtûkên kurdî yên 2019an Qamişlo

Qamişlo Weşanger û dezgehên weşangerîyê yên rojavayê Kurdistanê bi berhemdana 54 pirtûkên kurdî\kur   

Befranbar 3, 2020
SZK awayê resen ê bazinedaçekan (da, ra, ve) erê dike

Qamişlo Rêzecivînên ku Sazîya Zimanê Kurdî (SZK) bi armanca standardkirina rastnivîsîna kurmancî û    

Êlûn 28, 2019
Nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” didome

Qamişlo Di çarçoveya rêzecivînên ku ji bo nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” da d   

Êlûn 14, 2019