Trol çi ye û ji kê ra tê gotin?

Trol çi ye û ji kê ra tê gotin?

Berî ku em derbasî mijara xwe bibin, pêwîst e ku em hin wateyên ‘’trol’’ê bidin. Trol, li gel wateya xwe ya mecazî, çend wateyên wê yên ferhengî û efsanewî jî hene.

Trol m 1. nîk
2. rd qambihost
3. nd/nt  mizawir, xinzir, qurnaz
4. nd yê/ya ku bideng bi çend awayan diqîre, stranan dibêje
5. n êmê nîkê (pê masîyan digirin)
Trol wekî navdêr (hem ji bo nêr hem ji bo mê/nêtar): trol Ew trol e, hûn trol in.
Trol wekî rengdêr: troltî Ew karê troltîyê dikin.
Trol
wekî lêkera gerguhêz: trol kirin Wan nûçe trol kir.
Trol wekî lêkera negerguhêz: trol bûn Nivîsa me ya îro trol bû.

Her wiha peyva ‘’trol’’ di folklora Îskandînavyayê da jî heye û tê wateya dêwek e di şikeftan da dijî, dişibe mirovan, lê ne mirov e, wekî mistîk-nehênîdar e, zêdetir dişibe cinawiran, pir ecayîb e û erjeng e. Hinek wateyên wê yên din jî hene, lê niha ev qas wate besî me ne. Ez vê jî bibêjim ku di roja me ya îro da mirov nikare  peyva ‘’trol’’ bi awayekî zelal bide fêmkirin. Ji ber ku li her derê dinyayê, di gelek wateyên cuda da tê bikaranîn. Lê em ê di vir da bi tenê di wateya mecazî da bi kar bînin.

Piştî ku me hin wateyên trolê dan, em îcar werin ser mijara xwe ya esasî. Di vê nîvîsa xwe da ez ê li ser ‘’trol çi ye û ji kê ra tê gotin’’ bisekinim. Ji ber ku alaza min ew e ku ez ‘’trol’’ yan jî ‘’trolan’’ bidim nasîn ka armanca wan çi ye. Her wiha di roja me ya îro da ev nav û têgih pir derdikeve pêşberî mirov. Loma jî nasîna vê têgihê ji bo me gelekî girîng e.

Trol, ji wan kesan ra tê gotin ku li ser torên civakî ango di temamîya înternetê da toximên  derew û rageşîyan direşînin, gengeşîyan çêdikin ji bo kêfa mirovan birevînin û hizûra wan xera bikin. Trolên înternetê form, blog, cihên sohbetê, platformên sosyal medyayê (facebook, twitter, , instagram hwd) malperên nûçeyan û hin qadên din ên înternetê armanc digirin. Di van cîhan da ji bo mirovan sor bikin û berê hev bidin, bi zanebûn mijarên bêeleqe vedikin û rojevê diguherînin; bi peyamên sorkirinê jî mirovan provoke dikin û di encamê da mirov bi hestîyarî tevdigerin û êrîşî hev dikin. Kereseyên wan ên sorkirinê bi piranî sîyaset, nijadperestî û ol e.

Trol, di sosyal medayê da pir in. Bi taybetî ji bo doza kurdan vala derxin û di nav partî û dezgehên kurdan da fesadî derkeve, bi komelî dixebitin. Komên trolan ji bo kurdan zûda hatine avakirin. Mirov dikare wan li her derê bibîne. Ew bi taybetî hunermend, rojnameger, sîyasetmedar û ajansên kurdî dişopînin. Hin caran jî şexsan hedef digirin û nivîsên wan provoke dikin. Bo nimûne, em bibêjin nûçeyek der barê Heskîfê da belav bûye. A di vir da trol bi komelî bi şîroveyan dikevin dewrê, mijarê dibin ser tiştekî bêeleqe. Yan jî em bibêjin mijar li ser tiştekî girîng e, ew bi zanebûn bi engiz û tehrîkan bala mirovan dibin ser mijareke din. Ez nimûneyke din jî bidim ku min pêr bi çavên serê xwe dît, paşê em di mijara xwe da dewam bikin. Duh bi tesadufî di youtubê da ez rastî TRT Kurdîyê hatim. Min got ka ez lê binêrim tê da çi heye. Min lê nihêrî jinekê stran digot. Min tam dikir ez jê derkevim, şîroveyekê bala min kişand. Yekî wiha şîrove kiribû: ‘’Lan kürtler’’(kuro kurdino). Di vir da peyam eşkere ye. Her wekî tê zanîn kes TRT Kurdîyê temaşe nake, loma jî trolên wiha erkdar dikin ji bo kurdan tehrîk bikin da ku ew xwedî li TRT Kurdîyê derkevin. We îcar fêm kir bê mirov çawa tê trolkirin? Heke min di wê kêlîyê da bersiv bida wî kesî, ev dihat wê wateyê ku ez xwedî li TRT Kurdîyê derdikevim. Dibe ku min ê rojeke din jî TRT Kurdî temaşe bikira.

Helbet dijminên kurdan tenê troltîyê nakin. Di roja me ya îro da li her derê dinyayê troltî bûye pîşe û alaza hin sazî û dewletan. Trol ji bo gelek armancan dixebitin. Dikevin her dilqî û xwe dişibînin her kesî.  Di karê troltîyê da zêdetir jin tên bikaranîn. Ji ber ku bandora jinan li ser civakê hê pirtir e. Ji bilî sazî û dezgehên fermî, mirov wekî şexs jî troltîyê dikin.  Dema ku mirov li sosyal medyayê dinêre, gelek kes di bin navên cuda da heqaretên mezin li sasî û dezgehan dikin. Ev trol di bin navê rexnekirinê da şûna ku kil bikin, kor dikin. Jixwe armanca wan derxistina tevlihevîyan e. Ew bi saya rakêşî û gengeşîyên sorkirinê gelek alîgiran li derdora xwe kom dikin. Trol, ne mirovên nezan û beredayî ne. Helbet di nav wan da yên serbixwe û bi tena serê xwe roja xwe derbas dikin jî hene, lê belê piranîya wan bi zanebûn û bi rêxistinkirî tevdigerin.

Bawer Agirî


        

Bawer Agirî
Parvekirin: Bawer Agirî
Xwendin: 1941
Dem: Gelawêj 17, 2019
Parve bike:         
Naverokên Navdar
ORTHOGRAPHIA NEWROZI

Zhe cedsala 11an ta charieka pyshin a cedsala 20an cordan be elifba cordki a be kertyn (xharfyn) xsareban be zmany khwe nevistenen ud khwendenen. De cedsala 2   

Nîsan 2, 2020
PEYV Û GOTINÊN SOSRET

Kurdî ji destpêka sedsala bîstan bi vir da bi assimilation, integration û ji çaryeka dawîn a vê sedsalê bi vir    

Hêzîran 1, 2019
Platonê Leşker

"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im zilam im û şikir ji Xwedê re ji serdema Sokrate   

Hêzîran 12, 2019
Rojava.. Lîsteya pirtûkên kurdî yên 2019an Qamişlo

Qamişlo Weşanger û dezgehên weşangerîyê yên rojavayê Kurdistanê bi berhemdana 54 pirtûkên kurdî\kur   

Befranbar 3, 2020
SZK awayê resen ê bazinedaçekan (da, ra, ve) erê dike

Qamişlo Rêzecivînên ku Sazîya Zimanê Kurdî (SZK) bi armanca standardkirina rastnivîsîna kurmancî û    

Êlûn 28, 2019
Nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” didome

Qamişlo Di çarçoveya rêzecivînên ku ji bo nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” da d   

Êlûn 14, 2019