Tu jî Dikarî Biaxivî  / Hîndarîyên Axaftinê 2

Tu jî Dikarî Biaxivî / Hîndarîyên Axaftinê 2

Ez bawer im yê ku navê dîktatorê sedsala 20î yê navdar ku jê ra demagog jî tê gotin (nêçîrvanê gel, ango bi axaftinê dikare gel bixe bin bandora xwe) Adolf Hîtler nebihîstîye nîn e. Hûn qet fikirîne vî dîktatorî ji bo ku axftineke bibandor bike çi dikir? Rojekê pasban di zîndanê da di ber şaneya ku Hîtler tê da girtî ye ra derbas dibin. Lê dinêrin ku Hîtler xwe bi xwe bi dengekî berz diaxive. Pasban ji hev ra dibêjin, ‘’Ev zilam dîn bûye, hişê xwe xwarîye!’’ Lê gelo bi rastî jî Hîtler hişê xwe xwaribû wisa bideng diaxivî? Bêguman na. Wî hîndarîyên axaftinê dikirin. Wate Hîtler ketibû wê ferqê ku heke mirov bikare li hemberî girseyan axaftineke bibandor bike, mirov dê bikare wan bixe bin bandora xwe. Ango mirov dê bikare rê û alî bide ber wan.

Di roja me ya îro da jî tu sîyasetmedar, pedagog, derûnnas, şanoger, derhêner, bêjer û hwd nîn e ku hîndarîyên axaftinê nekiribin. Hîndarîyên axaftinê ew qasî girîng in ku mirov ducare, dehcare neke, nikare li hemberî komekê yan jî girseyekê biaxive. 

Em di hîndarîya borî ya Tu jî Dikarî Biaxivî / Hîndarîyên Axaftinê 1 da li ser xebata peyvan sekinîbûn. Em ê di vê hîndarîyê da jî bi girêdayî hîndarîye yekemîn li ser hîndarîye duyemîn bisekinin. Wate ev hîndarî girêdayî hîndarîya yekemîn e. Heke we ew hîndarî nexwendibe û pêk neanîbe, vê hîndarîyê pêk neînin. Ji bo hîndarîya yekemîn hûn dikarin ji van her du lînkan yekê bitikînin:

1. https://krd.riataza.com/2020/05/26/tu-ji-dikari-biaxivi-hindariyen-axaftine-1/ 

2. https://bawer-agiri.niviskar.org/tu-ji-dikari-biaxivi-hindariyen-axaftine-1.html

Di vê hîndarîyê da tiştê ku divê hûn bikin ev e: Pirtûkekê yan jî kovarekê hildin destê xwe (kîjan pirtûk/kovar dibe ferq nake) rûpelekê vekin û tê da rastgele peyvekê hilbijêrin. 

Piştra hûn ê bi wê peyvê çîrokekê yan jî meseleyekê bibêjin. Ev çîrok yan jî mesle ne şert e ku rastîyê bibêje. Heta ku ji destê we tê ji xwe ra biavêjin. Yanî li hev bînin û bibêjin. Heke hûn wiha bikin, hişê we dê zêdetir bixebite û dê qalibên pêşîgirtina axaftinê bişikîne. Ez bawer im we fêm kir min çi got. Çîroka xwe bênavber bi qasî xulekekê bibêjin.

Hûn tewşo mewşo biaxivin jî ne girîng e, dewam bikin. Îhtîmaleke mezin e ku hûn ê di detspêkê da di çend çîrokan da zehmetîyê bikêşin. Lê ev pir asayî ye. Vê hîndarîyê di hefteyekê da rojê sê caran bikin. Yanî rojê bi tenê 3 xulekan bikin. Di dawîya hefteyê da hûn ê bi awayekî zelal bibînin bê hûn çawa diaxivinû hûn ê li xwe ecêbmayî bimînin.

Divê em vê jî bibêjin ku ne şert e ku mirov çîrokan tenê bibêje, yanî li hev bîne. Hûn dikarin çîrokên jîyana xwe ya rojane jî wekî hîndarî bi kar bînin. Piştî ku we dît hûn bi hêsanî dikarin xulekekê diaxivin, vê pêşîyê derxin 2 xulekan, paşê jî derxin 3 xulekan. Wekî gotina dawî, hûn dikarin dengê xwe di telefona xwe da tomar bikin û guhdarî bikin. Dibe ku di destpêkê da dengê we bi we xweş neyê, lê piştî çend hîndarîyan, hûn ê hînî dengê xwe bibin. Heta hîndarîyeke din, bimînin di xweşîyê da. 

Bawer Agirî

4.06.2020

 


        

Bawer Agirî
Parvekirin: Bawer Agirî
Xwendin: 2050
Dem: Hêzîran 8, 2020
Parve bike:         
Naverokên Navdar
ORTHOGRAPHIA NEWROZI

Zhe cedsala 11an ta charieka pyshin a cedsala 20an cordan be elifba cordki a be kertyn (xharfyn) xsareban be zmany khwe nevistenen ud khwendenen. De cedsala 2   

Nîsan 2, 2020
PEYV Û GOTINÊN SOSRET

Kurdî ji destpêka sedsala bîstan bi vir da bi assimilation, integration û ji çaryeka dawîn a vê sedsalê bi vir    

Hêzîran 1, 2019
Platonê Leşker

"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im zilam im û şikir ji Xwedê re ji serdema Sokrate   

Hêzîran 12, 2019
Rojava.. Lîsteya pirtûkên kurdî yên 2019an Qamişlo

Qamişlo Weşanger û dezgehên weşangerîyê yên rojavayê Kurdistanê bi berhemdana 54 pirtûkên kurdî\kur   

Befranbar 3, 2020
SZK awayê resen ê bazinedaçekan (da, ra, ve) erê dike

Qamişlo Rêzecivînên ku Sazîya Zimanê Kurdî (SZK) bi armanca standardkirina rastnivîsîna kurmancî û    

Êlûn 28, 2019
Nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” didome

Qamişlo Di çarçoveya rêzecivînên ku ji bo nîqaşkirina “Rêbera Rastnivîsînê” da d   

Êlûn 14, 2019