Gelo helbest tê dadwerî kirin? Çima?
Gelo helbest tê dadwerî kirin? Çima! ✍Mecoyê Xano Helbest jî ...
Werin herin em Kurdistan
Şûnwarê keleh û şikeftan
Şaristaniya Med ên Aryan
Welatê me,xweş Kurdistan.
Werin herin em Kurdistan
Baxçe ya nivîskar û şaîran
Warê Şerefxan û Qedrî Can
Ehmedê Xanî,Feqiyê Teyran.
Werin herin em Kurdistan
Warê çîrok,stran û destan
Welatê Zînê û Memê Alan
Evdalê Zeynikê,Eyşe Şan.
Werin herin em Kurdistan
Welatê Êzidî û Mesîhiyan
Zerdeştî,Elewî û Misilman
Welatê me xweş Kurdistan.
Werin herin em Kurdistan
Dergûşa şaristaniyê gelan
Çand û huner,wêje,ziman
Welatê me,xweş Kurdistan.
«R.T.X»
Têngîz Siyabendî
Gelo helbest tê dadwerî kirin? Çima! ✍Mecoyê Xano Helbest jî ...
Zhe cedsala 11an ta charieka pyshin a cedsala 20an cordan be elifba cordki a be kertyn (xharfyn) x ...
Kurdî ji destpêka sedsala bîstan bi vir da bi assimilation, integration û ji ...
Yek ji sedemên ku mêr û jin ji hev sar dibin ew e ku mêr çi dike jin ...
"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im ...
Qamişlo Weşanger û dezgehên weşangerîyê yên rojavayê Kurdistan& ...